Îlon 03, 2023 08:09 Asia/Tehran
  • Karwanê mezin ê leşkerî yê Amerîkayê ji rojhilatê Sûriyê ber bi rojavayê Iraqê ve çû

Di dewama liv û tevgerên nezelal ên Waşingtonê de, karwaneke mezinê hilgirê alav û çekên amerîkî ji devera El-Tenfê ber bi dergehê El-Qaim ve li rojavayê Iraqê ve çû.

Çavkaniyên nûçeyan ên xwecihî ragihandin: Ev karwan hilgirê çek û alavên leşkerî bûye û hêzên bi navê Encûmena Eşîrên Sûriyê ku girêdayî Amerîkayê ne, erka piştevaniya vê karwanê hene.

Çavkaniya hanê eşkere kir ku, helîkopter û xwefirên emerîkî jî hevrêtiya karwanê leşkerî dikikrin û wer tê xûyanê ev kiryara hanê ji bo girtina sînorê Sûriyê bi a wayekî tam û tekûz e ku piştî bidawîhatina merasima Erbeînê dê cih were.

Liv û tevegrên nezelal ên  Amerîkayê li Sûriyê di van rojan de bûye yek ji mijarên sereke yên medyaya herêmê, ji zêdebûna berbiçav a talankirina nifta Sûriyê ji aliyê dagirkerên amerîkî ve girtî heta projeya nû ya Waşîngtonê ji bo kontrolkirina navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bo organîzekirina komên nû yên terorîstî û di dawiyê de hewldana ji bo vegerandina DAIŞê.

 

منبع خبر

Serepeyv