Îlon 03, 2023 07:20 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Têkiliyên Bexda û Têhranê stratejîk in

Serokwezîrê Iraqê got: Têkiliyên navbera Bexda û Têhranê stratejîk in û em li ser çêkirina bajarên pîşesazî yên sînorî û rêyên veguhestinên hevpar di navbera her du welatan de dixebitin.

Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê duh şemiyê di merasima destpêkirina xebata projeya girêdana rêya hesin ya Şelemçe-Besrayê ku li xala sifir a navbera her du welatan li Şelemçe hat lidarxistin, tekez kir: Em di heyamê Erbeîna Îmam Husêyn (s) de ne û Iraqê ji nav  û derveyê welat pêşwaziya ziyaretkerên Erbeînê dike û piraniya ziyaretkerên Erbeînê ji Îranê ne, vêca  zêdekirina projeya xeta hesinî ya Besra-Şelemçê istûneke din e ji bo bihêzkirina binesaziya aboriya me û zêdekirina hêza Iraqê di  peywendiyan bi  welatên cîran re  û wergirtina ziyaretkeran ji Îranê û welatên Asyaya Navîn.

El-Sudanî sipasiya Komara Îslamî ya Îranê ji ber dayîna biryara pûçkirina maynan li devera kivşkirî û çêkirina pirekê li ser çemê Erwendê ji bo derbasbûna xeta trênê kir û got: Danîna rêya hesinî ser rêya Şelemçeyê, peywendiyeke çendalî ye ku em hêvî dikin bigihê Necef Eşref û bajarê pîroz  ê Kerbelayê û seranserê navçeyê.

Projeya peywendiya  hesinî ya Îran û Îraqê 32 kîlometran dirêjatiya wê ye û dê di dereqa 18 mehan de  dê bighêje encamê  ku bona sefera  erzan bi trenê bo ziyaretkerên Îranî ber bi Kerbelayê û ziyaretkerên Iraqî bo Meşheda pîroz tê avakirin. 

 

 

Serepeyv