Tebax 30, 2023 14:08 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 2 milyon ziyaretker derbasî nava Iraqê bûn

Wezareta Navxwe ya Iraqê êvara sêşemiyê derbasbûna  zêdetir ji 2 milyon ziyaretkerên biyanî bo vî welatî bona beşdariya di merasima Erbeîn Husênî de ragihand.

Li gorî rapora Sputnikê û ji zarê ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê WAê,Seid Mien, rêveberê ragihandin û peywendiyên giştî yê wezareta navxwe ya Iraqê êvariya roja sêşemiyê ragihand ku zêdetir ji 2 milyon ziyaretkar ji bo beşdariya li Erbeînê hatine.

Seid Mein her wiha got: Bernameya geştiyariya taybet a ziyaretkirên  Erbeîn Husênî bi çavdêrî û şopandina serokê Komîteya Bilind a Asayişê û Wezîrê Navxwe yê Iraqê hêdî hêdî birêve diçe.

Vî rayedarê Wezareta Navxwe ya Iraqê tekez kir: Ji bilî çend bûyerên tirafîkê ku ji ber leza zêde bûne, demajoya veguhestina heciyan bi başî pêş  diçe û tedbîr ji bo dûbarebûna van bûyeran hatine berçavgirtin.

 

 

Serepeyv