Tebax 28, 2023 08:00 Asia/Tehran
  • Xizmetkirina 17 hezar mokêban bo ziyaretkerên Îmam Huseyn(s) li Necefê

Rêveberiya mokêbên Îmam Huseyn(s) li parêzgeha Necefa Eşref ragihand ku zêdetirî 17 hezar mokêb li vê parêzgehê xizmeta ziyaretkerên Erbeîna Îmam Husêyn (silavên Xwedê lê bin) dikin.

Zekî Cerîw, Serokê Rêveberiya mokêbên Îmam  Husêyn li parêzgeha Necefa Eşref ragihand: Heta îro 17 hezar û 409 mokêbên Îmam Huseyn bi fermî hatine tomarkirin, xizmetguzariyan raber bikin bo  ziyaretkerên ku ji başûrê Iraqê derbasî vê parêzgehê dibin û diçin Kerbelayê.

Wî got ku di  20 rojan de ji roja yekem a meha Seferê heta roja 20ê (Roja Erbeînê ) ev  mokêb hemû cure xizmetguzariyan raberî ziyaretkeran dikin, ji wan av, xwarin, cihên bêhnvedan û razanê û heta xizmetguzariyên pizîşkî.

Zekî Cerîw, Serokê Rêveberiya mokêbên Îmam  Husêyn got: Amarên hatine ragihandinê tenê van mokêban dige ber xwe  ku  hatine tomarkirin û mokêbên  ku navê wan nehatine tomrakirinê jî xizmetguzariyan raberî ziyaretkerên Îmam Husên (silava Xwedê lê bin) dikin.Li gor Nûçeyeke din, serleşker Tehsîn Xefacî, Fermandarê Operasyonên Hevpar a Iraqê duh  Yekşemê got: 20 hezar kes ji artêş, polîs, Heşda Şeibî û rêxistinên din ên ewlehiyê yên wek îstixbarat, Asyişa Neteweyî  û rêxistinên stixbaratê beşdarî vê planê bûne.​

Serepeyv