Tebax 25, 2023 17:24 Asia/Tehran
  • Şandina Hêzên Heşdî Şeibî bo Kerbelayê ji bo dabînkirina ewlehiya merasima Erbeînê

Beşek ji hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê ji parêzgeha Neyewaya Iraqê ber bi Kerbelayê ve hatin şandin da ku ewlehiya merasima Erbeînê dabîn bikin.

Nivîsgeha  Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihand: Beşek ji hêzên Lîwaya 33 ya operasyona Neynewayê ya Heşda Şeibî ji parêzgeha Neynewayê ber bi Kerbelaya Muelyê ve hatin şandin ku ewlehiya ziyaretkerên  Erbeîna Huseynî dabîn bikin.

 Di daxuyaniya Heşda Şeibî de hatiye: Ev kara  bona  piştevaniya ji fermandehiya operasyona Neynewayê ji  bo bihêzkirina yekîneyên navîn ên Firatê û bihêzkirina ewlehiya  bi  milyonan ziyaretkerên Erbeînê cih tê. 

 

Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bilî hêzên lîwaya 33 a Heşda Şeibî, hêzên  lîwaya 7 ê ya Heşda Şeibî jî bona dabînkirina ewlehiya merasima ziyareta Erbeînê ber bi Kerbelayê ve hatine şandin.

Hevgav îro  Ebdul Emîr Şemerî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Serokê Komîteya Bilind a Dabînkirina Ewlehiya ziyaretkerên  Erbeînê, jî ji bo hilkolandina  demajoya cîbicîkirina bernama ewlehiyê ziyaretkerên   Erbeînê serdana sînorê Zerbatiyê yê Iraqê kir. .

Serepeyv