Tebax 24, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Hewldana Amerîkayê ji bo berdewamkirina mayîna xwe li Iraqê

Amerîka Tevî zêdebûna nerazîbûnên iraqiyan li hember mayîna hêzên Amerîkî li welatê wan, hîn jî hewl dide hêzên xwe li axa vî welatê Erebî de xweyî bike.

 

Hevgavê zêdebûna daxwaziyên ji bo derketina hêzên amerîkî ji axa Iraqê, koma Ketaibê Hizbullahê ragihand ku liv û tevgerên vê dawiyê yên karwanên leşkerî yên Amerîkayê li hin bajarên Iraqê nîşana eşkere ya  dijminatiyê û pêgiriya li ser mayîna leşkerên êrîşkar li nav axa vî welatî ye.

Ketîbê Hizbullahê her wiha got: Komên berxwedanê xwe amade dikin bo têkbirina planên dijminane yên Waşîngtonê li Îraq û herêmê û divê amerîkî bizanin ku bihêzkirina leşkerên wan li Iraqê karekî  bê encam e.

Roja Sêşemê koma Esaîbê Ehlî Heqê yek ji komên dijî terorîstî ragihand ku pêwîst e hêzên Amerîkayê ji vî welatî wderkevin ji ber ku hêzên Îraqî bi xwedikarin welatê xwe biparêzin.

Koma Asaibê Ehlê Heqê bal kişand ser vê yekê ku armanca sereke ya hêzên Amerîkayê ji mayîna  li Iraqê dabînkirina ewlehiya Rejîma Siyonîst li navçê ye.

Amerîka bi mehaneya alîkariya bo  hêzên leşkerî yên Iraqê bo şerê dijî terorîstên DIŞIê, 2500 hêzên xwe yên leşkerî li vî welatî  parastiye.

Tevî lidarxistina çend gerrên  muzakireyên stratîjîk di navbera Bexda û Waşîngtonê de bona derxistina Amerîkayê ji Iraqê bona kutakirina şerê li dijî DAIŞê û peujirandina plana derkirina hemû leşkerên biyanî ji nav axa Iraqê li parlemana vî welatî, heta niha jî Amerîka bi binpêkirina vê biryarnameyê li nav axa Iraqê maye.

 

Serepeyv