Tebax 21, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • El-Sûdanî fermana pêkanîna komîteya şopandina terorkirina fermandeyên berxwedanê da

Serokwezîrê Iraqê, daxwaza pêkanîna komîteya çaralî ya nunerên Îran, Iraq û Sûriyê û Lubnanê bona hilkolandina terorkirina fermandeyên berxwedanê kir.

 

Falih El-Xezelî, ji parlemanterên Iraqê got: Muhemed Şiya Sûdanî, Seroklwezîrê Iraqê, fermana  pêkanîna komîteyekê bona şopandina dosiya terorkirina Serdar Sulêymanî û Ebûmehdî El-Muhendis daye.

El-Xezelî her wiha got: Amerîka sebebkarê sereke yê terorkirina Serdar Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, Alîkarê Serokê Erkantiya Hêzên Heşda Şeibî ye.

Serdar Qasim Sulêymanî, Fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipahê pasdaran a Şoreşa Îslamî tev Ebûmehdî Muhendis, cîgirê Heşda Şebiya Iraqê û 8 hevriyên wî siba îniyê, 3 Çilleya 2020an nêzîkî balfigeha  Bexdayê bi fermana  Donald Trump serokkomarê berê yê Amerîkayê bi xwefirên artêşa vî welatî hatin şehîdkirin.

 Civaka navdewletî bi awayekî befireh ev kiryara Amerîkayê şermezar kir û Îran jî  ji babet qanûnî û hiqûqî vê meselê dişopîne.

 

 

Serepeyv