Hevalbendiya El-Malikî armancên liv û tevgerên  vê dawiyê yên Amerîkayê eşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i343146-hevalbendiya_el_malikî_armancên_liv_û_tevgerên_vê_dawiyê_yên_amerîkayê_eşkere_kir
Hevalbendiya Dewleta Qanûnê armancên liv û tevgerên Amerîkayê yên vê dawiyê li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de eşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2023 14:33 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya El-Malikî armancên liv û tevgerên  vê dawiyê yên Amerîkayê eşkere kir

Hevalbendiya Dewleta Qanûnê armancên liv û tevgerên Amerîkayê yên vê dawiyê li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de eşkere kir.

Çavkaniyên ewlehiyê tim behsa veguhestina amûrên locêstîk yên Amerîkî ji meqerên leşkerî li axa Sûriyê bo meqera Eyn Esedê li Iraqê dikin.

 Li gor rapora  malpera El-Malumeyê, Casim Mihemed Cefer yek ji serokên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, ragihand, şandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê bo sînorên Iraq û Sûriyê û şandina amûrên locêstîk bo binkeya Eyn Esedê, xelkê Iraqê gelekî dilnigeran kiriye.

Cefer her wiha got: Armancana mayîna van hêzan li sînorên hevpar êrişa ser Rejîma Siyonîst e bo dema ku ev rejîm bixweze operasyonên leşkerî li dijî Sûriyê û Lubnanê pêk bîne.