Hevalbendiya El-Malikî armancên liv û tevgerên vê dawiyê yên Amerîkayê eşkere kir
Tebax 19, 2023 18:03 Asia/Tehran
Hevalbendiya Dewleta Qanûnê armancên liv û tevgerên Amerîkayê yên vê dawiyê li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de eşkere kir.
Çavkaniyên ewlehiyê tim behsa veguhestina amûrên locêstîk yên Amerîkî ji meqerên leşkerî li axa Sûriyê bo meqera Eyn Esedê li Iraqê dikin.
Li gor rapora malpera El-Malumeyê, Casim Mihemed Cefer yek ji serokên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, ragihand, şandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê bo sînorên Iraq û Sûriyê û şandina amûrên locêstîk bo binkeya Eyn Esedê, xelkê Iraqê gelekî dilnigeran kiriye.
Cefer her wiha got: Armancana mayîna van hêzan li sînorên hevpar êrişa ser Rejîma Siyonîst e bo dema ku ev rejîm bixweze operasyonên leşkerî li dijî Sûriyê û Lubnanê pêk bîne.