Amadekariyên Heşdî Şeibî li Diyalê ji bo şeva Erbeîna Huseynî (S)
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i343142-amadekariyên_heşdî_Şeibî_li_diyalê_ji_bo_şeva_erbeîna_huseynî_(s)
Rêxistina Heşdî Şeibî ya Iraqê ragihand ku di şeva Erbeîna Huseynî de hejmara hêzên ewlehiyê yên Diyalê du beramber bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2023 13:18 Asia/Tehran
  • Amadekariyên Heşdî Şeibî li Diyalê ji bo şeva Erbeîna Huseynî (S)

Rêxistina Heşdî Şeibî ya Iraqê ragihand ku di şeva Erbeîna Huseynî de hejmara hêzên ewlehiyê yên Diyalê du beramber bûye.

20 Sefera sala 1445’ê hicrî erbeîna Hezretê Îmam Husêyn (S) Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wî yên emegdar li çola Kerbelayê ye.

 Li gor rapora malpera El-Melûmeyê, Mihemed El Temîmî yek ji serokên rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê îro ragihand:

 Hevgavê ku ziyaretkerên Kerbelayê ji deriyê “El-Menzeriye” derbas dibin,li rojhilatê Diyalê hejmara hêzên ewlehiyê  bo merasima Erbeinê  dê du beramber û dê bighêje hezar kesî.

Temîmî her wiha got: Hêzên Heşdî Şeibî sê erkên sereke hene: Dabînkirina ewlehiyê Mokêbên Huseynî(S) û rêyên sereke ji bo ziyaretkaran, hevahengiya ligel hêzên din ên Fermandehiya Operasyona Diyalê ji bo girtina pêşiya  her gefeke nişkêveyî  û her wiha gereçavdêriya nişkêveyî li deverên ku renge têde gefên ewlehiyê hebin.