Tebax 18, 2023 10:31 Asia/Tehran
  • Ewlewiyeta Hikûmeta El-Sûdanî, derketina eskerên Amerîkayê ji Iraqê ye

Endamekî Komîsyona Ewlehiyê û Berevaniyê ya Parlemena Iraqê ragihand, yek ji planên sereke û ciddî yên hikûmeta Sûdanî dewama muzakireyên stratejîk ligel rayedarên Washingtonê bi armanca derxistina hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji Iraqê ye.

Mihemed El-Şemerî, Endamê Komîsyona Berevaniyê ya Parlemana Iraqê Mihemed El-Şemerî jî bal kişand ser viyana cidî serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî ji bo pêkanîna serxwebûna tam a welêt û vekişîna hêzên leşkerî yên biyanî ji Iraqê û got Di hevdîtinên stratejîk ên bi rayedarên Koşka Spî re yek ji ewlewiyetên El-Sudanî , pêkanîna serxwebûna tam a Iraqê û vekişîna hêzên amerîkî ji Iraqê ye.

Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê got jî: Sûdanî di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Waşîngtonê de ji bo vekişîna hêzên artêşa vî welatî ji axa Iraqê, bi amerîkiyan re pêştir rêketineke bingehîn hebûye

El-Şemerî diyar kir ku Komîsyona Berevaniyê ya Iraqê ji nêzîk ve danûstandinên komîteyên Iraqî bi rayedarên amerîkî re ji bo diyarkirina mekanîzma derketina hêzên Amerîkayê ji welêt dişopîne.

Hêjayî gotinê ye ku Casim Mihemed Cefer yek ji rayedarên hevpeymaniya hikumeta Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê xwest ku bila hikûmeta Iraqê bo cîbicîkirina plana parlamentoyê ya ji bo vekişîna hêzên biyanî ji Iraqê  zêdetir hewil bide  û got ku  paşdexistina cîbicîkirina vê plana ku ji aliyê parlementoyê ve hatiye pesendkirin dê bi zirara ewlehiya neteweyî ya ya Iraqê be.

Serepeyv