Tebax 14, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Parlemanterê Iraqê: Gotûbêja bi Balyoza Amerîkayê re bê feyde ye

Yek ji parlemanterên Iraqê got: Muzakireya bi Balyoza Waşengtonê li Bexdayê tu feydeyek xwe tine û divê Amerîka dev ji komployê dijî Iraqê berde.

 

Di halekî de ku  Êlîna Romanoskî, Balyoza Amerîkayê li Bexdayê bi binpêkirina yekitî û yekperçetiya axê ya  Iraqê û serbixwetiya siyasî û ewlehî û aborî ya vî welatî destêwerdanê di hemî karûbarên Iraqê de dike û heta niha hinek liv û tevgerên siyasî yên Iarqê, liv û tevgerên wê dijî erf û edetên dîplomatîk û rêzikên navneteweyî dane zaîn.

 Sair El-Cebûrî, yek ji nunerên parlmana Iraqê bal kişand  ser vê yekê ku  welatên hêzxurt carnan li hizra dagirkirina welatekî ne û got: Iraq yek  ji van welatan e ku ji deheka 20 ya berê va heta niha bi caran hatiye dagirkirin.

 El-Cebûrî bal kişand ser vê yekê ku  Iraq girêdayiyê tu welatekî nîne û tu biyaniyekî mafê xwe xwe tine destdirêjiyê ser axa vî welatî bike û teqez kir: Seferên  Êlîna Romanoskî, Balyoza Amerîkayê li Bexdayê an nunerên NY bo Iraqê li darxistina  civînan bi berpirsên  vî welatî  re li çarçoveya cihhtaina  armancên Waşengtonê cih tê.

 Huseyn Elî El-Kerawî, yek ji berpirsên tevgera gelanî ya Iraqê jî pêştir teqez kiribû ku ev welata ji ber destêwersdanên  Balyoza Amerîkayê li Bexdayê, rastî gelek pirsgirêkan hatiye.

 Huseyn Elî El-Kerawî bal kişand ser vê yekê ku destêwerdanên Amerîkayê ji berê va serweriya neteweyî ya  Iraqê binpê kiriye û dike û got: Ev welata tim li dû cihhatina armancên xwe yên bi şerûtî li Iraqê di çarçoveya  pêkanîan aloziyê li vî welatî ye.

  Vî rayedarê iraqî bal kişand ser vê yekê ku hizûra amaerîkiyan li Iraqê, gefek dijî serweriya neteweyî ya vî welatî û sîstema wê tê hesabê û teqez kir: Divê balyozxaneya Emerîkayê li Iraqê were girêdanê û Balyoza Waşengtonê ji axa vî welatî were derxistin.

 Pêştir jî hejmarek zêde ji xelkê Iraqê li Bexdayê bona protestokirina destêwerdanên Amerîkayê di karûbarên vî welatî derketibûn kolan û çasiyan.

 Tevgera Nucebayê ya Iraqê jî bi daxûyaniyekê ji xelkê vî welatî xwestibû ku bila di vê xwenîşandana dijî Amerîkayê de beşdar bibin.

 

 

Serepeyv