Tebax 05, 2023 17:02 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Em lêdigerin ‘Yasaya Rizgarbûyiyên Êzidî’ bixin gerrê

Serokwezîrê Iraqê di 9’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan ya Şengalê de ragihand, terorîstên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî tevahiya Iraqê û civaka Êzidî sûcên hovane pêk anîn û got; Em lêdigerin ‘Yasaya Rizgarbûyiyên Êzidî’ bixin gerrê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di merasima 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku ji aliyê  DAIŞ’ê ve li dijî civaka Êzidî hate kirin de, gotarek pêşkeş kir.

Sûdanî diyar kir ku hikûmet ji bo dadperweriya welatiyên “Êzîdiyên li Iraqê” tedbîran  berçav digire û got; “Di nav wan de cîbicîkirina yasaya li ser rizgarbûyên Êzidî û çareserkirina xwedîderketina li ser axa wan, ku ev 48 salin hatiye rawestandin. Herwiha dê hêsankariyê ji bo dayîna tezmînata qurbaniyan hêsan bikin, da ku penaberan teşwîq bikin ku vegerin ser warên xwe”

 

Serepeyv