Tîrmeh 31, 2023 17:00 Asia/Tehran
  • Serokê Fraklsiyona YNKyê: Tirkiye bêyî îzna hikûmeta Iraqê, li vî welatî meqerên eskerî çêkirine

Serokê Fraksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê got: Hêzên Tirkiyê bêyî agehdariya hikûmeta Iraqê, meqerên eskerî li nav axa vî welatî ava kirine.

Herêm Kemal di gotûbêja bi Ajnasa nûçeyan a  Al-Melûmeyê re bal kişand ser vê yekê ku  Enqere derbarê çêkirina meqerên eskerî nav axa Iraqê bi Bxdayê re hewahengî nekiriye û binpêkirina eşkere ya serwerriya Iraqê ji riya hêzên xwe nav axa vî welatî didomîne û got: Kiryara Tirkiyê ya bombebarankirina berdewam a hin navçeyan li Iraqê, serweriya vî welatî dixe xeterê lewma Bexda divê kiryarên qanûnî yên pêdivî bona rawestandina van bombebaranan cih bîne. 

 Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku hêzên Tirkiyê bêyî agehdariya hikûmeta Iraqê dest bi çêkirina çendîn  meqerên eskerî kirine  ku eva bi curekê dagirkeriya eşkere tê hesabê. 

 Elî Turkî El-Cemalî, Endamê Fraksiyona Sadiqênê li parlemana Iraqê pêştir di derbarê xetera mayîna dayimî ya Tirkiyê li Iraqê hişyarî dabû û gotibû ku dagirkerên Tirkiyê tu çareyek ji xeynî derketina  bi aşitî an ji riya şerê bi Iraqê re tinene. 

 

 

Serepeyv