Dewama hewildan û gotûbêjên siyasî di navbera partiyên iraqî bo pejirandina reşnivîsa qanûna nit û gazê
Endamê Hevalbendiya El-Fahê ya Iraqê derbarê liv û tevgerên siyasî û hewildanên bona pejirandina qanûna nift û gazê ya Iraqê bona garantîkiria belavkirina adilane ya derhatên niftê û serwetên Iraqê bêyî piştgiriya ji Herêma Kurdistana Iraqê di vê mijarê de agahî da.
Elî El-Zubêydî di axiftinekê de got: Hewldanên berfireh bona pejirandina reşnivîsa qanûna nift û gazê ya Iraqê bi awayekî dadmendane bo giştan heye ku bikaribin peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê organîze bikin û parvekirina serwetê bi awayê dadmenaden cih were bi vê şertê ku hikûmeta navendî jî derhatên ku ji Hewlêr an navçeyên din bi dest dixe, dadmendane parve bike.
El-Zubeydî bal kişand ser vê yekê ku nifta navçeyên bin kontrola koma terorîst a DAIŞê berê ji bilî viya ku bo Herêma Kurdistanê dihat firotin, herêmê jî nifta meydanên Kerkûkê qaşax dikir û lewma pejiradnina rewşnivîsa qanûna nift û gazê ya Iraqê pêwîst e û got
Pejirandian vê qanûnê dibe sedem hemî welatiyên iraqî û ne tenê Herêma Kurdistaê sûdê ji serwet û heyitiyên niftê yên welêt bikin