Tîrmeh 27, 2023 08:44 Asia/Tehran
  • Hişyariya derbarê çêkirina meqerên eskerî yên nû yên Tirkiyê li Iraqê

Endamê Tevgera hiqûqê ya Iraqê derbarê pêşdeçûna zêdetir a eskerên Tirkiyê nav axa welatê xwe û avakirina meqerên eskerî yên nû di saya bêdengiya hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî da.

 

 Ehmed Şehîd El-Şemerî, Endamê Tevgera hiqûqê ya Iraqê, duh derbarê xetera dewama hizûra eskerên Tirkiyê nav axa Iraqê bona avakirina mmeqerên nû di saya bêdengiya hikûmeta navendî hişyarî da.

  El-Şemerî teqez kir: Dagirkerên tirk bi dû dagirkirina navçeyên  nû nav axa Iraqê ne bona ku meqerên nû li nav axa vî welatî ava bikin.

Di saya bêdengiya hikûmetên Bexda û Hewlêrê li himber sûçên bi vî rengî ji aliyê Tirkiyê ve,  dê dagirkeriya artêşa Tirkiyê nav axa Iraqê berfireh bibe û kuştina iraqiyan dê bidome.

 Tirkiye ev demek e bi mehneya rawestana li ber PKK, her roj axa Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

 

Serepeyv