Hişyarî derbarê avakirina baregehên leşkerî yên nû yên Tirkiyê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i342710-hişyarî_derbarê_avakirina_baregehên_leşkerî_yên_nû_yên_tirkiyê_li_iraqê
Endamê Tevgera Hiqûqî ya Iraqê derbarê pêşdaçûna zêdetir a leşkerên Tirkiyê li axa welatê xwe û avakirina baregehên leşkerî yên nû di bêdengiya hikşûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2023 14:03 Asia/Tehran
  • Hişyarî derbarê avakirina baregehên leşkerî yên nû yên Tirkiyê li Iraqê

Endamê Tevgera Hiqûqî ya Iraqê derbarê pêşdaçûna zêdetir a leşkerên Tirkiyê li axa welatê xwe û avakirina baregehên leşkerî yên nû di bêdengiya hikşûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî hişyarî da.

Ehmed Şehîd Şemerî got: Dagirkeriya tirkî li dû dagirkirina hin navçeyên nû li nav axa Iraqê ji bo avakirina baregehên leşkerî yên nû li nav axa vî welatî ye. Di bêdengiya hikûmetên Bexda û Hewlrê derheq binpêirinên wiha ji aliyê Tirkiyê va, dê bbe sebeba berfirehbûna bereya ketina artêşa vî welatî nav axa Iraqê û dewama kuştina iraqiyan.

Şemerî her wiha got: Helwêsta hikûmeta Iraqê derheq dagirkirina erdên welêt ji aliyê Tirkiyê va û binpêkirina qada asimanî ya Iraqê ji aliyê Ameîrkayê va dibe sebeb ku Iraqê veguhere meydaneke cengê.

Pêştir Heyder El-Lamî ji serokên Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê rxne li bêdengiya hikûmetê derheq pêşdaçûna hêzên leşkerî yên Tirkyiê li nav axa Iraqê girtibû û ji Hevpeymaniya "Rêveberiya Dewletê" xwestibû da kuhelwêsteke vebirr ji bo derxistina leşkerên Tirkiyê bigire.

Tirkiye demeke dirêj e bi îdiaya têkoşîna dijî PKK'yê yekparçetiya Iraqê binpê dike.