Tîrmeh 26, 2023 09:23 Asia/Tehran
  • Hekîm: Bêrêziya li pîrozweriyên dînên asimanî binpêkirina aşkira ya qanûn û irfên navneteweyî ye

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê tekeziya hin welatan ser bêrêzîkirina li pîrozweriyên dînên asimanî wek binpêkirina aşkira ya qanûn û rêzikên navneteweyî nemaze Soznameya Cîhanî ya Qedexetiya Bêrêziya li Dîn û Baweriyan zanî

Seyid Emmar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê roja Sêşemiyê bi daxuyaniyekê dayîna îznê ji aliyê Danîmarkayê ji bo dubarekirina kiryara pîs ku pêştir li axa Swêdê pêk hatibû û îznwergirtina komeke zêdegav û dije-îslamê ji bo

agirxistina bi nisxeyeke Qurana Pîorz û alaya Iraqê li ber Balyozxaneya Iraqê li Kopênhagê bi tundî şermezar kir.

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê her wiha gfot: Ev reftar nîşana hebûna bernameyeke hesabkirî û zêdegavane ji bo jinavbirina hevgirtina cîhanî û belavkirina nefretê navbera gelan e ku divê em xwe ji planên wê yên gumanbar dûr

bigirin.

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê ji Konseya Ewlehiyê ya NY'yê, Saziya Hevkariya Îslamî, Yekitîya Ereban û hemî çalakên dînî û siyasî li cîhanê xwest derheq van kiryaran ku hestên 2 miliyar misilmanî li dinyayê birîndar dikin, vebirr û

aştiyane û li gorî fêrkariyên Qurana Pîroz helwêst bigirin.

Du endamên komên zêdegav careke din li ber Balyozxaneya Iraqê li Danîmarkayê cinayeta şewitandina Quranê pêk anîn.

Piştî vê cinayetê çend hezar kes ji gelê Iraqê bi kombûna li ber balyozxaneya Danîmarkê li Iraqê ev cinayet şermezar kirin.

 

Serepeyv