Tîrmeh 22, 2023 20:13 Asia/Tehran
  • Derdora balyozxaneya Swêd ya li Bexdayê hêzên ewlekariyê hatin belav kirin

Piştî ku cara duyem kesek Iraqî, li Swêdê kopyayek ya Qurana pîroz û ala Iraqê li ber balyozxaneya Iraq ya li Swêdê şewitand, xelkê Iraqî duh daketin kolanan. Îro hêzên ewlekariyê li dora balyozxaneyê hatin belav kirin.

Li dijî şewitandina kopya Qurana pîroz û ala Iraqê welatiyên Iraqê duh êrişî balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê kiribûn û beşek ji avahiyê şewitandibûn.

Li gorî agahiyan, îro hêzek zêde ya hêzên ewlekariyê li herêma Elawî ya li nêzî balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê hatine belavkirin. 

Hêjayî gotinê ye duh berdevkê Hikûmeta Federal ya Iraqê Basim Ewadî ragihand, Serokwezîrê Iraqê ferman daye Wezareta Derve ya Iraqê ku xebatên Balyozxaneya Swêdê ya Bexda bidawî bîne û ferman da Balyoza Swêdê ya Bexda Jessica Svärdström ku Iraqê biterikîne.

.

 

 

Serepeyv