Parlemanterê Iraqê: Kiryarên Emerîkayê,hegera gurrbûna qeyrana cereyanê li Iraqê ye
Parlemanterekî Iraqê teqez kir, yek ji hegerên alozbûna rewşa vî welatî û derketina qeyrana cereyanê li Iraqê, destên pişt perdeyê yên Emerîkayê ne.
Huseyn El-Seberî, parlemanterê Iraqê got: Qeyrana cereyanê û qutbûna wê bo mideha 2 heta 4 sietan di dereqa rojê de ew jî di demsala havînê de , nayê qebûlkirin û bûye sedem welatî bêhêvî bibin.
El-Seberî got: Gelek heger bûne sedema derketina vê qeyranê li Iraqê ku hemî ne navxweyî ne.
Şîrketên biyanî û pirsgirêka diarvên Îranê ku ji ber boykotên Emerîkayê neghêştine destê Têhranê bûne sedem ev qeyrana gurtir bibe. Hegera dudyan jî rawestandina tam û tekûz a xebata dekelên cereyanê li Iraqê ye.
Pêştir jî Muhemed El-Şemerî, Nunerê Hevalbendiya Dewleta qanûnê siyasetên aborî yên Waşengtonê dijî hikûmet û gelê Iraqê rexne kiribû û ragihandibû ku Emerîka bi destêwerdana di siyasetên aborî yên Iraqê dixweze ku hikûmetê li erdê bide û kontrola bazar û debara xelkê bige destê xwe.
Di vê barê de, Hevalbendiya Çarçoveya Hewanegiya Şîeyan a Iraqê ji hikûmetê xwest ku bila bi muzakireyên bi Waşegtonê re rewşê bo dayîna deynên aborî yên hikûmeta Iraqê bo kirîna gazê ji Îranê xweş bike.