Tîrmeh 02, 2023 16:19 Asia/Tehran
  • Operasyona Artêşa Iraqê dijî şaneyên nihênî yên DAIŞ'ê

Balefirên şêrr ên Artêşa Iraqê baregehên koma terorîst a DAIŞ'ê li başûrê Mûsilê dan ber êrîşê.

Balefirên şêrr ên Artêşa Iraqê cihên xweveşartian terorîstên DAIŞ'ê li navçeya Qatî El-Hezerê ya Mûsilê dan ber êrîşê.

Balefirên şêrr ên Artêşa Iraqê roja 17ê Hezîranê jî baregehên koma terorîst a DAIŞ'ê li rêya El-Şetê ya Bexdayê dan ber bombeyan ku di encamê da çar terorîst hatin kuştin.

Têkoşerên Heşdi Şeibiyê ya Iraqê jî di Hezîranê da pênc terorîst ji wan qaşo "Waliyê Bexdayê" li navçeya Tarimiyeyê kuştin.

Iraqê sala 2017an piştî sê salan şêrr, serkeftina li hemberî koma terorîst a DAIŞ'ê ragihand, lê paşmayî û şaneyên perrate yên vê komê hîn jî li hin deverên vî welatî çalak in.

 

Serepeyv