6 partiyên iraqî, daxwaza venihêrîna li rêketina istratejîk a bi Emerîkayê re kirin
Yek ji berpirsên pilebilind ên Hevalbendiya Çarçoveya Hewahengiya Şîeyan a Iraqê, ragihand ku 6 partiyên vî welatî ji Hikûmeta Bexdayê xwestin ku bila li rêketina istratejîk a bi Waşengtonê re venihêrînê bike.
Turkî El-Etebî, ji berpirsên pilebilind ên Hevalbendiya Çarçoveya Hewahengiya Şîeyan a Iraqê got: Tu yek ji xalên rêketina istratejîk a bi Waşengtonê re bi taybet di warê dosiya aborî cih nehatine û binpêkirina rewşa ewlehiyê û binpêkirin serweriya neteweyî ku vejiyandina wê ya giştalî pêwîst e, gurr kiriye.
El-Etebî her wiha got: Ji ber ku rêketina istratejîk a di navbera Bexda û Waşengtonê tevî derbasbûna çend salan ser wajokirina wê tu destkewtke erênî bo Bexdayê tinebûye, 6 partiyên siyasî yên nav û dervey Hevalbendiya açarçoveya Hewhangiyê ya Şîeyên Iraqê ragihandine ku piştgiriyê didin venihêrîna tam û tekûz a vê rêketinê bi taybet beşa dosiya ewlehiyê.
Ji Adara 2003an va Hêzên Emerîkayê û hevpeymanên wê êrişî ser Iraqê kirin û hîna jî li vî welatî mane.