Hezîran 29, 2023 15:27 Asia/Tehran
  • Hekîm: Jinûva-destpêkirina peywendiyên Îran û Erebistanê nûçeyeke xweş bû

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Jinûva-destpêkirina peywendiyên du welatên cînar ên misilman yanî Komara Îslamî ya Îranê û Erebistanê nûçeyeke xweş bû.

Emmar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê îro di xutbeyên Nimêja Cejna Qurbanê da li Bexdayê her wiha vegeriyana Sûriyê bo cîgeha xwe li Yekîtya Ereban nûçeyeke xweş zanî û got: Dînê Îslamê hertim ji me dixwaze ku li kêleka hev hevgitî bin û hertim tekezî li ser nirxên biratî û hevkarî û rêzgirtina li kesên din û pejirandina nakokiyan bi rêya gotûbêjê û pêbendiya li sozan dike.

Hekîm her wiha got: Umeta Îslamî û erebî û gelên navçeyê zêdetir ji her demeke din hewcedarê berçavgirtina van nirxên bilind di siyaseta derveyî û peywendiyên xwe yên navneteweyî ne. Berjewendiyên rastîn ev in ku di peywendiya digel berjewendiyên miletên din din bin û li dijî berjewendiyên wan nebin.

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê tekez kir: Divê em pesna pêvajoya têkiliya navbera Iraq û welatên derdorê yên erebî û îslamî di vê dawiyê da ku bûye sebeba îmzekirina têgihîştinname û projeyên stratejîk navbera Iraq û gelek welatên navçeyê, bidin.

Serepeyv