Parlemanterê berê yê Iraqê: Hikûmeta Herêmê nekariye dosiya niftê kontrol bike
Endamê berê yê komîsyoan nift û Enerjiyê yê parlemana iraqê got: Hikşûmeta Herêam kurdistanê nekariye dosiya niftê û derhatên hinardekirina wê kontrol bike.
Qalib Muhemed Elî, Endamê berê yê Komîsyona Nift û Enerjyê yê parlemana Iraqê got: Hikûmeta Herêma kurdistanê di hewildanên xwe bo kontrolakirina dosiya niftê û derhatên hinardekirinê işkest xwariye û li dû kêmkirina demajoya derxistina niftê ji meydanên niftê yên herêmê, êdî dê nekaribe niftê hinarde bike.
Qalib muhemed Elî, di gotûbêja bi ajansa nûçeyan a El-Melûmeyê re got: Pejirandina pêşnumanûceya giştî ya Iraqê bi taybet xalên 13 û 14 yên vê pêşnumabûceyê ser xêra xelkê Herêma Kurdistanê bû lê hewldanên Hikûmeta Herêma kurdistana Iraqê bo kontrolkirina dosiya niftê û derhatên niftê û derbasgehên sînorî rastî işkest hatin.
Vî nunerê berê yê parlemana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku xelkê Herêma kurdistanê piştgiriyê didin dosiya niftê û derhatên wê ji aliyê hikûmeta navendnî ya Iraqê û got: Hikûmeta Herêma kurdistanê ji ber k berhemanîna nifta wê ji 540 hezar bermîlê di rojê seratir nabe û demajoya deristina niftê ji hinek meydanên niftê yên herêmê pir kêm bûye, êdî nikare nifta xwe qaçax bike.
Yek ji rêberên hevalbendiya Fathê got: Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, PDK dixweze her tiştî bixe bin kontrola xwe hevgav yek ji rêberên hevalbendiya Fathê got: PDK dixweze her tiştî bixe bin kontrola xwe.
Elî Zubêyd ji rêberên hevalbendiya Fathê bal kişand ser vê yekê ku hemî firaksiyonên Herêma Kurdistanê naveroka qanûna bûceyê qebûl dikin tenê di vê navberê de PDK dijî wê rabûye û ragihand PDK her tim dixweze her tiştî bixe bin kontrola xwe û her karê ku dixweze bike û tu tiştî jî ji dest nede.
Vî endamê Hevalbendiya Fathê ji Ajansa El-Melûmeyê re got: Berjewendiyên PDK di hevrêtiya bi hikûmeta navendî û qebûlkirina pêşnumabûceyê de ye ji ber ku herêm beşek ji hikûmeta navendî ye û çareseriya pirsgirêkan jî di dest hikûmeta navendî de ye.
Ev gotin di halekî de tên hilêxistin ku roja yekşemiyê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li civîna Kurdistan mala jiyana bi aşitî ye ji hikûmeta Bxdayê xwest ku rêzê ji rêzik û naveroka rêketina cihhatî bigre ji ber ku Herêma kurdistanê derbarê mafên xwe yê bi tu kesî re sazişê neke