Nifşa Nû: Ger îsal hilbijartinên Parlemana Herêmê neyê lidarxistin, heta sala 2026an dê hilbijartin neyê lidarxisin
Serokê Tevgera Nifşa Nû bal kişand ser vê yekê ku ger tevgerên siyasî karekî bikin, tiştek bi navê Herêma kurdistanê yê nemîne û got: Ger îsal hilbijartinên parlemanî neyê lidarxistin heta sala 2026-an dê hilbijartin neyê lidarxistin.
Şasuwar Ebdulwahid, Serokê Tevgera Nifşa Nû di rûpela xwe ya dî twîterê de nivîsî: Ger îsal hilbijartin neyê liadrxistin, Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dê nekaribe heta sala 2026-an sergêriya Hilbijartnên parlemana Kurdistanê bike.
Wî her wiha got: Ev kara ji ber kutabûna mideha xebata komîsyona Iraqê di destpêka sala 2024-an e ku piştî wê komîsyona teze di sala 2025- an dê were bijartin û ev komîsyona dê sergêriya hilbijartinên Niştimanî yên Iraqê bike.
Şasuwar Ebdulwahid ragihand ku Komîsyona Iraqê tenê bi vê eşrtê dikare sergêriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê cih bîne.
Serokê Tevgera Nifşa Nû her wiha ragihand ku ger ji niha va karekî nekin heta hîngê pir dûr e ku tiştek bi navê Herêma kurdistanê bimîne.