Hezîran 16, 2023 08:13 Asia/Tehran
  • Iraq: Em mazûvanê 260 hezar welatî û awareyên sûrî ne

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: Welatê wî mazûvanê 260 hezar welatî û awareyên sûrî ye.

Fuad Huseyn Wezîrê karên derve yê Iraqê duh di heftemîn konferansa Brukselê de got: Ji ber bela û ziyanên însanî ku welatiyên sûrî tamul kirine, Iraqê deriyên xwe bo mazûvaniya awareyên ku ji ber pevçûnan revîne, vekiriye û Herêma Kurdistana Iraqê mazûvanê nêzîkî 260 hezar sûriyan e.

Iraqê her wiha bo zêde ji sedî 35 ê van awareyên sûrî ku li kampên penaberan dijîn, rewşa  û debara  guncaw û alîkariyên pêwîst bo dabînkirina hewxetiyên xwarinê û yên din, derman û perwerdeyê  dabîn kiriye ku eva bi hewahengî û hevkariya Komîsyaryaya Bilind a Penaberana  NY û bernameya  cîhanî ya xwarekê cih hatiye. 

  Fuad Huseyn bal kişand ser alûgurên welatên ereb û Sûriyê û biryara Komkara Ereban bo vegeryana  Şamê nav vê komkarê û diyar kir: Iraq yekim welat bû ku daxwaza vegeryana  Sûriyê nav Komkara Ereban wek beşek ji siyaseta çareserkirina qeyrana  Sûriyê kir û divê hemî aliyên sûrî li dora maseya gotûbêjê  rûnin û micidbûna xwe bo bidestxistina rêçareya siyasî bo çarserkirina qeyrana Sûriyê nîşan bidin ji ber ku  eva tenha riyek e ku dibe baîs qeyran bi dawî bibe û ewlehî vegere û rewşa bi avedankirina navçeyên ziyandîtî xweş bibe ku awareyên sûrî bi awayekî xwebexş vegerin welatê xwe. 

Serepeyv