Hezîran 12, 2023 19:02 Asia/Tehran
  • Rayedarê iraqî: kampa El-Holê mîna bombeyeke sietê ye

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê, rewşa kampa El-Holê li Sûriyê mîna bombeyeke sietê bi nav kir.

Qasim El-Erecî, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê di civîneke  rojnamevaniyê  tev Cênîn Palsxart, Şandiya taybet a NY di karûbarên vî welatî li Bexdayê, bal kişand  ser pirsgirêkên kampa El-Holê û hebûna hejmareke zêde ji welatiyên iraqî  li vê kampê û destnîşan kir: Divê hemî hewldanên bo çareserkirina pirsgirêkên vê kampê bên berfirekirin.

  El-Erecî bal kişand ser vê yekê ku  koma terorîst ya DAIŞê, ne meseleyeke navxweyî û taybetî welatê Iraqê ye û teqez kir: Hebûna terorîstan li her derekî, gefek dijî hemî welatan tê hesabê û divê civaka cîhanî bi awayekî hevdeng rawestana li himber terorîstan û paşmayiyên DAIŞê bidomînin. 

  Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê her wiha got: Em hemî ser vê bawerê ne ku zarokên bêguneh goriyê bûyeran in û hebûna  zarokan li kampên mîna El-Holê dibe sedema kîn û nefret û nezanî û cinayet û terorîzmê di pêşerojê e. 

 

Serepeyv