Hezîran 12, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Nunerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê: Hewlêr dixweze dev ji erk û berpirsiyariyên xwe berde

Nunerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê, daxwaza zêdekirina liv û tevgerên fraksiyonên siyasî yên meclisa nuneran bo lezkirina kemlandina reşnivîsa qanûna nift û gazê ya Iraqê derbarê Herêma Kurdistanê û pejiarndina wê kir.

Casim Etwan El-Mûsewî di hevpeyvînekê de, bal kişand  ser vê yekê ku  ji sala 2033-an ve heta niha, li ser rêketina di navbera hikûmetên federal ên Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê xalên têkildarî derhat û hinrdekirina niftê di hemî pêşnumabûceyên Iraqê de hinek berbend hebûne û got: Pejiradina bi fermi ya reşnivîsa qanûna nift û gazê ya Iraqê di pêşerojê de, pêşiya  berbendên  ku partiyên siyasî li hember pejiandina pêşnumayên bûceyê çêdikin, were girtin.

 Casim El-Mûsewî, bi daxwaza ji partiyên siyasî bo lezandina amadekirina reşnivîsa qanûna nifta û gazê ya Herêma kurdistanê got ku pirsgirêkên li ser zêdekirina xalekê li xala 14 an a pêşnumabûceya  giştî ku li parlemana Iraqê hatiye pejiandin, hîna çareser nebûye.

Wî her wiha got: Hikûmeta Herêma kurdistanê dixweze erkên xwe derbarê radestkirina derhatên nift û gazê bi hikûmeta federal a Iraqê cih neyne.

 Hevgav Nunerê  partiya Demokrat a  Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê got: Zêdekirina tenê peyavekê ji aliyê parlemana nuneran li naveroka Pêşnumabûceya Iraqê weke destêwerdana di desthilatên Herêma kurdistanê tê hesabê.

 Çiya Têymûr di gotûnêja bi Someriye Newsê re got: PDKyê  dil heye dijî pejirandina xala heştê  ya  madeya çardehan a reşnivîsa qanûna bûceya giştî ya hikûmeta federal ku wek detêwerdana di dethilatên taybet ên Herêma kurdistanê tê hesabê, doze veke.

Çiya Têymûr destnîşan kir rêberên PDKyê bi rêberên Çarçoveya Hewahengiya Şîeyan  derbarê çareserkirina pirsgirêkên têkildarî xala heştê ya madeya  çardeyê ya bûceya Iraqê hevdîtin pêk anîn û bi destxeta xwe naveroka rêketina derbarê vê yekê nivîsîn, lê di dema dengwergirtinê de, peyvek kuhikûmet federal şandibû parlemanê, lê hat zêdekirin ku bû sedema  nerazîbûna  nunerên partiya democrat a Kurdistana Iraqê û derketina gêreyê nav parlemanê.

 Vî parlemanterê PDKyê got: Peyvek li pêşnumabûceya Iraqê hatiye zêdekirin ku ger her yek ji parêzgehên Herêma kurdistanê derbarê pişka xwe ji bûceya giştî ya iraqê nerazî bin, vê îznê dide wan, hikûmeta federal bûceya giştî ya Herêma kurdistanê dewsa Hewlêrê raseterast bişîne  parêzgehên herêmê.

 

 

 

Serepeyv