Hezîran 12, 2023 17:30 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: Em qedrzanê lehengên Heşda Şebiyê ne

Serokkomarê Iraqê di salvegera damezrandina Heşda Şebiyê rêz ji leheng û qaremanên rawestana li ber terorîzmê girt.

Ebdulletîf Reşîd, Serokkomarê Iraqê di salvegera  damezrandina  Heşda şebiyê de û dayîna fiwaya  cîhada kefay ji aliyê Ayetullah Sîstanî va, tevî dayîna pesna lehengên rawestana li ber terorîzmê got: Ev fetwaya  xala werçerxanê ya giring di warê yekgirtîkirina rêzên berxwedanê û derxistina  DAIŞê  azadkirina  gund û bajarên Iraqê di rewşa pir zehmet de bû. 

  Serokkomarê Iraqê pîrozbayî kir li lehengên Heşda Şebî,  pêkhênerên serketinê û qaremanên azadiyê ku di rewşa pir dijwar de bi wêrektî ber bi meydanên şêr û fîdakariyê bezîn . 

  Serokkomarê Iraqê teqez kir: Îro rojê  piştî derxistina terorîstan me hewcetî bi yekperçetiya hewildanan û karkirina li ser brnameyên neteweyî bona parastina  ewlehî û aramiyê û parastina  destkewtên cihhatî û her wiha berevaniya ji mafên hemî iraqiyan heye. 

 

Serepeyv