Hezîran 11, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Terorîstên DAIŞ'ê êrîşî ser baregeha Polîsê Iraqê kirin

Ji ber êrîşa terorîstên DAIŞ'ê ser baregeha Polîsê Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, du kes hatin kuştin û sisê jî birîndar bûn.

Êrîşa terorîstên DAIŞ'ê ser baregeha Polîsê Iraqê li nêzikî gundê Til Werdê yê navçeya El-Debesa parêzgeha Kerkûkê qewimî û terorîstên daiş'î çekên sivik û nîvgiran bi kar anîn.

Di vê kiryaran terorîstî da du efserên iraqî hatin kuştin û sê leşkerên din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî piştî vê bûyerê ev der dorpêç kirin û hevdem Komîteyeke lêkolînê jî li Erkatniya hevpar a Irqê ji bo vekolandina çawaniya qewimîna vê êrîşê hatiye avakirin.

Hêjayî gotinê ye, ev êrîş rojekê piştî salroja Cinayeta Spaykerê di 10ê Hezîrana 2014an da qewimî; cinayeta ku tê da 1700 xwendekarên leşkerî yên şîe yên iraqî ji aliyê DAIŞ'ê va tev hatin kuştin.

 

Serepeyv