Hezîran 05, 2023 10:39 Asia/Tehran
  • Berfirekirina dagirkeriya Emerîkayê li Iraqê bi avakirina sê meqeran li Enbarê

Yek ji rayedarên Çarçovea Hewahangiya Şîeyan agahî da ku emerîkî dixwezin li sînorên Iraq û Sûriyê sê meqerên nû ava bikin.

Cebar Ewde, yek ji rayedarên çarçoveya Hewahengiya Şîeyên Iraqê got: Hêzên emerîkî  ku li meqera Eyn Esedê li rojavaya Enbarê ne, ji çend  heftiyan berî niha va di halê avakirina sê meqerên nû ne û ev meqer ketine naveyên nêzîkî riyên nifûza terorîstan.

 Ewde bal kişand ser vê yekê ku Çarçoveya Hewahengiya Şîeyan dilnigeranê her cure bicihbûna hêzên emerîkî ye û destnîşan kir: Emerîka naxwaze  Iraq istiqrara xwe hebe û hewldana bo bicihbûna  dubare jî sinaryoyeke nû ye ku  piraniya hûrgiliyên wê nediyar in.

 Vî rayedarê iraqî bal kişand ser vê yekê ku  tu kes baweriya xwe li Emerîka û hêêzn vî welatî nayne û destnîşan kir: Ev hêz ji ber berjewendiyên xwe, her cure hewldanekê bo lihevxistina ewlehiya bnavçeyan dike lewma divê  tivdîrên l sînorên Sûriyê zêde bikin.

 

 

Serepeyv