Hezîran 05, 2023 10:33 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: Hewahengiya bi Sûriyê re li meselên navçeyî û navneteweyî giring e

Serokkomarê Iraqê di hevdîtina bi Wezîrê karên Derve yê Sûriyê re ser giringiya rawêjkarî û hewahengiya her du welatan di warê meselên navçeyî û navneteweyî deteqez kir.

Serokkomarê Iraqê di hevdîtina bi Feysel El-Miqdad re bal kişand  ser kûratiya peywendiyên navbera Iraq û Sûriyê  û pêwîstiya xurtkirina wê  û daxwaza hevkariya her du welatan bo şopandina paşmayiyên terorîstan û kontrolkirina sînoran kir.

Feysel Miqdad jî ji helwêstên maqûl ên Iraqê li himber Sûriyê û rola dîplomatîk a vî welatî bona  beşdariya di civînên  Komkara Ereban kir.

Wezîrê karên Derve yê Sûriyê her wiha  dûhatên bi karesat ên boykotên cihhatî dijî gelê sûriyê şirove kirin û kêfxweşiya xwe ji alûgurên giring  ên Iraqê di warên siyasî,  geşatî û ewlehiyê da diyarkirin.

Muhemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê jî di hevdîtina bi Wezîrê karên Derve yê Sûriyê re ser amadetiya welatê xwe bona alîkariya bo gelê Sûriyê jibo derbasbûna ji qeyranê teqez kir.

El-Miqdad jî di hevdîtina Serokwezîrê Iraqê,  got ku em  ji helwêsta Iraqê ya piştgiriya ji Sûriyê di dirêjahiya qeyranê de destxweşiyê dikin û em ser piştgiriya Sûriyê ji hewildanên Iraqê bona xurtkirina peywendiyên  di navbera birayên ereb  teqez dikin.

Wî her wiha got ku welatê wî dixweze xebatên hevpar ên erebî bona pêkhatina ewlehiyê li navçeyê û rawestana li ber terorîzmê  bên meşandin.

Wezîrê karên Derve yê Iraqê di civîna rojnamevabiyê ya hevpar tev Feysel Miqdad, hevtayê xwe yê sûrî got: Helwêsta me di warê piştgiriya ji gelê Sûriyê  yê neguhere.

 Fuad Husêyn, Wezîrê karên derve yê Iraqê di civîna rojnamevaniyê de, di hevdîtina  bi Feysel Miqad, hevtayê xwe yê sûrî re ser xurtkirina peywendiyên her du welatan teqez kir . Wî bal kişand  ser vê yekê ku rewşa însanî li Sûriyê pir giran e û got:

Iraqê derbarê rewşa Sûriyê, hewcetî bi alîkariyên navçeyî û navneteweyî heye.

 Feysel Miqdad, Wezîrê karên Derve yê Sûriyê jî di vê hevdîtinê de teqez kir: Emê bo xurtkirina peywendiyan bi Iraqê re hewl bidin.

Wezîrê karên Derve yê Sûriyê tevî sipasiya ji alikariyên Iraqê di erdheja vê dawiyê li Sûriyê got: Di muzakireyên bi Iraqê re pêşketin hasil bûye û muzakireyên bi Iraqê re kêrhatî bûn.

 

Serepeyv