May 15, 2023 16:37 Asia/Tehran
  • Yek ji rêberên hevalbendiya Fathê: Hebûna hêzên Tirkiyê li herêmê, destdirêjiya ser axa Iraqê tê hesab Yek ji rêberên Hevalbendiya Fathê ya Iraqê got: Di êrişên Tirkiyê ser Herêma kurdistanê ,1000 gund hatin kavilkirin.   Cebar Ewde di hevpeyvînekê de got

Yek ji rêberên Hevalbendiya Fathê ya Iraqê got: Di êrişên Tirkiyê ser Herêma kurdistanê ,1000 gund hatin kavilkirin.

Cebar Ewde di hevpeyvînekê de got: Herêma Kurdistanê beşek ji axa Iraqê ye, lewma hizûra hêzên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi her mehneyê ku tê ragihandin, destdirêjiay ser axa Iraqê tê hesabê. Wî got: Di encama  êrişên berdewam ên Tirkiyê ser Herêma  Kurdistanê û pêşdeçûna wan nav kûratiya 200 km ya axa Iraqê, zêdetirî 1000 gund kavil bûne. 

 Cebar Ewde her wiha got: Mixabin ji ber sê hegerên rasitiyên têkildarî êrişên hêzên Tirkiyê ser Herêma kurdistanê tên  weşartin. yek ji van hegeran berjewendiyên hêzên kurd ên  bi qezancên hevpar bi Enqerê re ye. Hrgera din ranegiahndina derbarê karesatekê ye ku bo xelkê gundên kavilbûyî û koçberiya wan bi zorê ye û hegera sisyan jî hebûna  hin aliyan e ku berjewendiyên xwe li tirkiyê giringtir ji berjewendiyên xwe li Iraqê dizanin. 

 Vî nunerê parlemana Iraqê teqez kir rewşa Herêma kurdistanê ji ber dewama  êrişên Tirkiyê û destêwerdanên Enqerê, berûlayên bi talûke girtiye xwe û her  gav renge qeyranîtir bibe. 

 

 

Serepeyv