May 15, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Bêencamkirina liv û tevgerên endamên DAIŞê li parêzgeha Neynewaya Iraqê

Yekîneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, derbarê bêencamkirina hewildana komeke terorîst bona derbasbûna nav navçeyeke parêzgeha Neynewayê agahî da.


Yekîneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, îro duşemiyê di daxûyaniyekê de ragihand: Yekîneyên Dezgeha  îstixbarata Neteweyî  ya Iraqê bi hewahengiya yekîneyên artêşê û Hêzên Heşda Şebî, karîn ku hewildana komeke terorîstî bo derbasbûna nav navçeya El-Nemrûdê li parêzgeha  Neynewayê bêencam bikin. 

 Di vê daxûayniyê de hatiye: Operasyona hanê li gor belgeyên îstixbaratî yên eseh û danîna davikên deqîq, bi piştgiriya teknîkî û piştî şopandina vê koma terorîst, cih hat û yek ji endamên vê komê hat kuştin. 

 Li gor vê daxûyaniyê, operasyona  peydakirina endamên din ên vê koma terorîst, didome.

 

Serepeyv