Desteserkirina serkirdeyê DAIŞ`ê di encama operasyona dervey sînorî ya Iraqê
May 06, 2023 17:30 Asia/Tehran
Hêzên Îstixbarata neteweyî ya Iraqê di operasyineke dervey sînorên vî welatî de, terorîsteke bi talûke yê DAIŞ`ê desteser kirin.
Hêzên Îstixbarata neteweyî ya Iraqê di daxûyaniyekê de ragihand ku li gor daneyên îstixbaratî yên eseh û di operasyoneke îstixbaratî ya taybet li dervey sînorên vî welatî de , Mustefa Xalid Muhemed yek ji endamên Dîwana WergirtinaEndamên DAIŞê hat desteserkirin.
Di daxûyaniya hanê de hatiye ku ev operasyon li gor daneyên îstixbaratî yên deqîq ser armancan û şopandina wê li çend welatan û hewahengiya bi yek ji dezgehên îstixbaratî yên welatên hevdeng cih hat.
Hêzên Dezgeha Îstixbarata neteweyî ya Iraqê ev terorîst anîn Iraqê û radestî Dezgeha Dadweriyê kirin.