May 06, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Destpêbûna xebata civîna navneteweyî ya avê li Bexdayê bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yê Îranê

Sêwemîn civîna navneteweyî ya avê li Bexdayê îro bi beşdariya Wezîrê Enerjiyê yêKomara Îslamî ya Îranê xebata xwe destpê kir.

Ev civîna du rojî bi  serokatiya, Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê, destpê bû û Wezîrên Enerjî û Çavkaniyên avê yên welatên navçeyê têde beşdar bûne.

Elîekber Mihrabiyan, Wezîrê Enerjiyê yê Îranê û Serokê Konseya Hikimdarên Navenda Navçeyî ya Rêveberiya ava bajêr ser bi UNESCO`yê jî ku bo beşdariya di vê civînê de niha li Bexdayê ye, êvara îniyê di hevdîtina Ewn Zeyab Ebdullah, Wezîrê çavkaniyên avê yê Iraqê li Bexdayê bal kişand ser civîna navneteweyî ya avê û got: Rewşa kêmaviyê hemî welat û xelkê navçeyê bi başî fehm dikin.

 Miihrabiyan her wiha got: Divê di çarçoveya cîranetiya baş û rêveberiya guncaw a çavkaniyên avê  de ber bi kêmkirina pirsgirêkên têkildarî avê li her du welatên Îran û Iraqê  bimeşin.

 

Serepeyv