May 02, 2023 07:13 Asia/Tehran
  • Berdevkê Nucebayê: Em ê heta derketina dawîn leşkerê amerîkî şer bikin

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê ya Iraqê tekez kir ku şerê dijî dagirkeran heta derxistina dawîn leşkerê amerîkî dê were domandin.

'Nesr El-Şemerî' Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê ya Iraqê derbarê axaftina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê pêwîstiya derketina hemî leşkerên amerîkî ji Iraqê, got: Ev tevger li benda destûr û rênîşandanên wî ye.

El-Şemerî her wiha got: Em şopînerê şêwaza Welî-Emrê xwe û şîretên wî û merceyên xwe yên mezin in ku her dagirkeriyê bi her navekî li welatê Îslamê heran dizanin.

Nesr El-Şemerî tekez kir: Heta ku dawîn leşkerê amerîkî û biyanî ji axa Iraqê û axa mezargehên pîroz û îmamên paqij dernekeve, em ê çeka xwe li erdê daneyînin û her kesek ku xwe di çarçova berxwedanê da dide nasandin, divê li hemberî dagirkeriya Amerîkayê helwêsta vebirr û zelal bigire.

Tevî hebûna çend dorên gotûbêja stratejîk navbera Bexda û Waşîngtonê ji bo bidawîanîna hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ji ber dawiya şerê dijî DAIŞê û pesendkirina pêşnumaya derxistina hemî leşkerên biyanî ji axa Iraqê li parlimana vî welatî, Amerîkayê hîn jî bi binpêkirina vê pesendnameyê li axa Iraq ye.

 

Serepeyv