Eskerên emerîkî amûrên locêstîk ji Iraqê va derbasî nava Sûriyê dikin
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku karwanekî amûrên locêstîk ên Amerîka ji Iraqê va derbasî nava axa Sûriyê hat kirin.
Li gorî rapora SANA Newsê, çavkaniyên xwecihî ragihandin ku karwanekî bi 40 trimbêlan û çend trêliyên tijî amûrên locêstîk ên hêzên emerîkî ji derbasgeha El-Welîdê va derbasî nava Sûriyê hatine kirin.
Li gorî gotina van çavkaniyan, karwanê hanê bi trimbêkên zirixî yên hêzên dagirkirê Emerîkayê piştî derbasbûna nav axa Sûriyê, ber bi balefirgeha eskerî ya Xerab El-Cîrê, wek meqera eskerî ya neqanûnî ya eskerên Emerîkayê li derdora Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê ve çû.
Hêzên dagirkirê emerîkî berdewam kamyonên çek û sîlehên eskerî û locêstîk ji riya derbasgehên neqanûnî bo xurt û bihêzkirina meqerên xwe û garantîkirina dewama dizîna niftê û çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê derbasî Hesekê dikin.