Iraqî ji dewama destêwerdanên beredayî yên balyoza Emerîka hêrs bûne
Kiryar û destêwerdanên balyoza Emerîkayê li Bexdayê, iraqî hêrs kirine.
Li gorî rapora El-Melûmeyê, hin siyasetvanên iraqî rexne ji Wezareta karên Dere ya Iraqê û hin aliyan, girtin ku çima balyoza Emerîkayê bi rehetî detêwerdanê di karûbarên siyasî yên Iraqê de dike?
Seid El-Mutelebî, siyasetvanê iraqî bal kişand ser vê yekê ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê derbarê destêwerdanên Êlîna Ronanoskî de, sersariyê dike û qet bala xwe nade ser kiryarên wî yên ne-dîplomatîk û got: Armanca liv û tevegrên balyozê Emerîkayê gurrkirina gendeliyê bi hevkariya aliyên nenas e.
Casim El-Beyatî, Nunerê berê yê Parlemana Iraqê jî liv û tevgerên Romanoskî, wek destêwerdana eşkere bi nav kir û got: Eva destêwerdana eşkere di karûbarên navxweyî yên Iraqê de ye û nayê qebûlkirin û divê balyozê Emerîkayê di çarçoveya qanûnên navneteweyî de, kar bike.