Nîsan 30, 2023 15:36 Asia/Tehran
  •  'Bila Bexda beriya terxanmkirina pişka bûceya Herêma Kurdistanê amara hejmara fermanberên wê amade bike'

Nûnerê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê daxwaza destwerdana saziya hesabê ya vî welatî û çavdêriya li ser hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê beriya pesendkirina pêşnivîsa qanûna bûceya gelemperî ya îsal a Iraqê kir.

Muhemed E Sehyûd tevî amajeya bi vêya ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê divê berya terxankirina pişka bûceyê ya Herêma Kurdistanê ji bûceya gelemperî ya îsal a Iraqê, amareke deqîq ji hemara fermanberên Herêmê amade bike, got: Li gorî amarên ku heta niha hatine ragihandin, hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê du beranber zêdetir ji hemara fermanberên parêzgehên başûrî yên Iraqê ye.

Wî her wiha daxwaza destwerdana saziya hesabê ya vî welatî û çavdêriya li ser hejmara fermanberên Herêma Kurdistanê beriya pesendkirina pêşnivîsa qanûna bûceya gelemperî ya îsal a Iraqê kir, ji ber ku nûnerên parlimana Iraqê vîneke cidî ji bo pesendnekirina pêşnumaya bûceya gelemperî ya Iraqê beriya bidestxistina rêkarekê ji bo hevsengkirina mûçeya hemî fermanberên parêzgehên welêt hene.

 

Serepeyv