Nîsan 21, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Şaneyeke DAIŞ'ê li Kerkûkê hat jinavbirin

Fermandeyê Polîsê Kerkûêkê qala desteserkirina tîmeke girêdayî bi DAIŞ'ê ku destê wê di teqîna bazara Penca Elî da hebû, kir.

Kawa Xerîb Fermandeyê Polîsê Kerkûkê got ku endamên vê tîma terorîstî li Huweyce û Cebel Borê hatine desteserkirin. Beriya vêya, Polîsê Kerkûkê qala desteserkirina tîmeke terorîstî bi serkirdayetiya fermandeyekî payebilind ê DAIŞ'ê ku dil hebû pakêteke teqînê bi cih bike, kiribû.

Rêveberiya Polîsê Kerkûşkê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hevdem digel roja Cejna Remezanê tîmeke terorîstî ku hatiye desteserkirin.

Li nav endamên vê tîma terorîstî serçeteyekî DAIŞ'ê heye û kesên desteserbûyî tevî mukirhatina li cinayetên xwe û zevtkirina çekên wan, radestî aliyên qanûnî hatine kirin.

 

Serepeyv