Nîsan 18, 2023 17:47 Asia/Tehran
  • Heşdi Şe’bî dê yekîneyekê li Şengalê ava bike

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Rêxistina Heşdi Şe’bîyê dil heye yekîneyekê bi merema xurtkirina ewlehî û istiqrarê li Şengalê û vegerandina awareyên êzidî bo malên wan li vê herêmê ava bike.

Endamekî payebilind ê Rêxistina Heşdi Şe’bîyê ku nexwest navê wî bê aşkirakirin got: Serokê Rêxistina Heşdi Şe’bîyê ‘Falih Feyyaz’ razîbûna Serokwezîrê Iraqê ‘Mihemed Şîya Sûdanî’ ser avakirina yekîneyeke vê rêxistinê li şarê Şengalê ser bi parêzgeha Neynewayê wergirtîye û ew yekîneya dê ji niştecihên Şengalê yên xwebexş pêk were.

Parlimanterê Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê ‘We`’d Qudo’ jî di vî warî da got: Pêkanîna yekînyeke Heşdi Şe’bîyê li Şengalê bi merema xurtkirina ewlehî û istiqrarê li Şengalê û vegerandina awareyên êzidî bo malên wan li vê herêmê ye.

 

Serepeyv