Nîsan 16, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Hekîm: Alûgorên dîplomatîk navbera Riyaz û Tehranê dê bandora xwe li seranserî navçeyê bikin

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Alûgorên dîplomatîk navbera Riyaz û Tehranê dê bandora xwe li seranserî navçeyê bikin.

‘Seyid Emmar hekîm’Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê di dewama serdanên xwe bo navçeyê êvara Şemiyê di hevdîtina digel ‘Muhemed Bin Selman’ Welîehdê Erebistanê da li ser piştevaniya ji her cûre kiryarekê ku bibe sebeba kêmbûna şer û tundûtûjiyê li Yemenê û ev welat vegere cîgeha xwe ya li Cîhana Ereban û navçeyê, tekez kir.

Hekîm her wiha gotin û helwêstên navînrêtî û nerm ên ku navbera hêzên navçeyî ji bo gihîştina bo nêrîneke hevpar bi merema rêvebirina peywendiyan pêk hatiye, hêjayî pesndanê zanî û li ser girîngiya hevkariyên navçeyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpar weke dosyeyên jîngehê û alûgorên keşûhewayê tekez kir.

Wî her wiha daxwaza zêdekirina hevkariyan di beşa lêkolînî û zanistê û rakirina pêngavên pratîkî di vî warî da kir.

Wî derbarê alûgorên navxweyî yên Iraqê jî tekez kir, ev welata di asta siyasî, civakî, ewlehî û xizmetan di halê pêkanîna hin destkevtan e û en encama hebûna hevpeymaniyên parlimanî ye ku pişta hikûmetê digirin.

 

 

Serepeyv