Nîsan 15, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Amerîka ji bo bacê ji Iraqê bistîne, pişta DAIŞ’ê digire

Endamekî parlimana Iraqê ragihand ku Amerîka ji bo ku bacê ji Iraqê bistîne piştgirîya ji DAIŞ’ê didomîne.

‘Hesen Salim’ parlimanterê Fraksyona Sadiqûnê li parlimana Iraqê ragihand: Dagirkerên amerîkî bi armanca bacistandinê ji Iraqê pişta terorîstên DAIŞ’ê digirin.

Salim got ku hêzên emnî û Heşdi Şe’bîyê yên Iraqê divê pêşîya cinayetkarên daiş’î bigirin û komployên bi rêvebirîya Amerîkayê yên dijî Iraqê pûç bikin.

Salim diyar kir: Dagirkerên amerîkî çekdarên cinayetkar dixin dewrê û ji bo vê yekê jî bi dirav, çek û rextan piştgirîyê didin wan.

Parlimana Iraqê biryara derxistina hêzên amerîkî ji wî welatî pesend kirîye û bi caran ragihandîye ku divê leşkerên amerîkî derkevin lê Waşîngton bi hecetên curbicur vê yekê qebûl nake, hecetên ku çavdêr dibêjin ji bo piştgirîya ji terorîstên mayî yên DAIŞ’ê tên hilêxistin.

Ji hêla din va, Sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê derheq kiryarên balyoza Amerîkayê yên têkderane li Iraqê hişyarî da.

Sersekreterê Tevgera Nuceba ya Iraqê ‘Ekrem Ke`’bî’ ragihand ku balyoza Amerîkayê li Iraqê karên têkderane li vî welatî dike.

Ke’bî herwiha got: Heke balyoza Amerîkayê wan karana bi dawî neyne, Bereya Berxwedanê yê di vî warî da biryara yekalîker bide û rê û emrazên pêşîlêgirane bi kar bîne.

Berî vîya, ‘Fazil Mewat’ endamê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê jî balyoza Amerîkayê li Bexdayê bi hewilana ji bo alozkirina rewşa emnî û aborî ya Iraqê tawanbar kir û di eynî demê da got ku hevdîtina wê digel wezîr, serok û rêvebir û parlimanterên partîyên sîyasî yên iraqî binpêkarîyeke mezin e.

Balyoza Amerîkayê li Iraqê ‘Êlîna Romanovskî’ heyamek e ku di hevdîtina digel rayedarên sîyasî û hin wezîran û bi amadebûna di civînên curbicur da destwerdanê di karên navxweyî yên Iraqê da dike.

 

Serepeyv