Nîsan 15, 2023 16:40 Asia/Tehran
  • Li Selaheddînê operasyonek dijî terorîstên DAIŞ’ê hat lidarxistin

Hêzên Heşdi Şe’bîyê bi pişkdarîya artêşa Iraqê operasyoneke emnî dijî terorîstan li parêzgeha Enbarê dest pê kirin.

Hêzên Yekîneya 57an a Heşdi Şe’bîyê û artêşa Iraqê ji duh va operasyonek ji bo şopandina terorîstan li çola Rojavayê parêzgeha Enbarê dest pê kirine.

Giranîya operasyonê li devera Weta ser bi parêzgeha Enbarê ye û belgeyên niştecihên wê herêmê bi merema naskirina terorîstan tên hilkolandin.

Ji hêla din va, hêzên Heşdi Şe’bî yên Iraqê karîn li devera Seyîd Xerîbê li parêzgeha Selaheddînê çen mûşek û rokêtên terorîstên DAIŞ’ê keşif bikin.

 

Serepeyv