Nîsan 14, 2023 18:30 Asia/Tehran
  • Di salvegera Enfalê da berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê xwestin ku ziyandîtî werin qerebûkirin

Serokê Herêma Kurdistanê ‘Nêçîrvan Barzanî’ di salvegera komkujiya Enfalê de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, ‘Nêçîrvan Barzanî’, di salvegera Enfalê de got “Divê em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku Enfal di qada navneteweyî de zêdetir wek jenosîd bê naskirin û li ti cihekî cîhanê tawaneke wisa dubare nebe.”

‘Mesrûr Barzanî’, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di salvegera Enfalê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku “erkên xwe yên exlaqî û destûrî bi cih bîne û ziyandîtî, malbat û kesûkarên mezlûm ên li ser destê rejîma berê ya Iraqê qerebû bike.”

Ji aliyekî din ve ‘Bafil Talebanî’, serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî amajeyî vê yekê dike ku xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derheq malbatên enfalkirî û jibîrkirina xwestekên wan ên rewa, sedema dilnîgeraniyê ye.

Firaksiyona Nivşa Nû (Neweyî Nû) li Parlimana Iraqê jî ragihand ku pere û îmkanên ku YNK û PDK’yê hebûne ji ber Enfal û Helebceyê bûne, lê 32 sal in ku ew tenê diaxivin û karekî nakin.

 

Serepeyv