Serokwezîrê Iraqê: Mayîna komên çekdar ên dijberê Îranê li Iraqê neqanûnî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340551-serokwezîrê_iraqê_mayîna_komên_çekdar_ên_dijberê_Îranê_li_iraqê_neqanûnî_ye
Serokwezîrê Iraqê teqez kir: Hikûmeta navwendî û hikûmeta Herêma kurdistanê divê rêketina dabînkirina ewlehiya sînoran û radestkirina kesên ber teqîbatê bo Îranê bi cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Mayîna komên çekdar ên dijberê Îranê li Iraqê neqanûnî ye

Serokwezîrê Iraqê teqez kir: Hikûmeta navwendî û hikûmeta Herêma kurdistanê divê rêketina dabînkirina ewlehiya sînoran û radestkirina kesên ber teqîbatê bo Îranê bi cih bînin.

Muhemed Şiya El-Sûdanî got: Partiyên dijberê hikûmeta Îranê ku ji dema rejîma  berê va wek penaber li Herêma Kurdistanê ne, yek ji van pirsgirêkên ewlehiyê li ser sînoran in. 

Serokwezîrê Iraqê got: Bo çareserkirina vê pirsgirêkê me bi Têhranê re li hev kir ku pêwîstiya dabînkirina  ewlehiya sînoran, radestkirina kesên ber teqîbatê û  girtina pêşiya avakirina kampên eskerî yên komên çekdar ser sînoran digre ber xwe.