Serokwezîrê Iraqê: Mayîna komên çekdar ên dijberê Îranê li Iraqê neqanûnî ye
Nîsan 03, 2023 13:43 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê teqez kir: Hikûmeta navwendî û hikûmeta Herêma kurdistanê divê rêketina dabînkirina ewlehiya sînoran û radestkirina kesên ber teqîbatê bo Îranê bi cih bînin.
Muhemed Şiya El-Sûdanî got: Partiyên dijberê hikûmeta Îranê ku ji dema rejîma berê va wek penaber li Herêma Kurdistanê ne, yek ji van pirsgirêkên ewlehiyê li ser sînoran in.
Serokwezîrê Iraqê got: Bo çareserkirina vê pirsgirêkê me bi Têhranê re li hev kir ku pêwîstiya dabînkirina ewlehiya sînoran, radestkirina kesên ber teqîbatê û girtina pêşiya avakirina kampên eskerî yên komên çekdar ser sînoran digre ber xwe.