Bidawîhatina qeyraneke dîplomatîk a bisînor di navbera Iraq û Behrêynê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340465-bidawîhatina_qeyraneke_dîplomatîk_a_bisînor_di_navbera_iraq_û_behrêynê_da
Bi dû vexwendina Kardarê Iraqê li Menameyê bo Wezareta Karên Derve ya Behrêynê, Wezîrên Karên Derve yên her du welatan di peywendîyeke telefonî da dawî li qeyrana dîplomatîk a bisînor a di navbera her du welatan da anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2023 13:42 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina qeyraneke dîplomatîk a bisînor di navbera Iraq û Behrêynê da

Bi dû vexwendina Kardarê Iraqê li Menameyê bo Wezareta Karên Derve ya Behrêynê, Wezîrên Karên Derve yên her du welatan di peywendîyeke telefonî da dawî li qeyrana dîplomatîk a bisînor a di navbera her du welatan da anîn.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên û Wezîrê Karên Derve yê Behrêynê Ebdulletîf Zeyyanî îro di peywendîyke telefonî da, pêgirî ser kûratîya peywendîyên birayane û dîrokî yên her du welatan di çarçova rêzgiritna dualî û liyêkgiheûtina di hemî astan da kirin û dawî li qeyrana dîplomatîk a bisînor a di navbera her du welatan da anîn. 

Duh Mueyyid Umer Ebdulrehman Kardarê Iraqê li Menameyê ji hêla Wezareta Karên Derve ya Behrêynê va hat vexwendin û nivîsareke nerazîbûna fermî bi hegera binpêkirina berdewam a erfên dîplomatîk raberî wî hat kirin.

Piştî vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê bi telefonê bi hevpîşeyê xwe yê behrêynê ra ket têkilîyê. Hela hê ne kivş e ka Kardarê Iraqê çi kirîye, lê Wezareta Karên Derve ya Behrêynê ragihand, tişta ku wî kirîye mînaka ``destwerdana di karên navxweyî yên paşatîya Behrêynê da ku nayêqebûlkirinê ye û berovajî isûlên menşûra NY ya têkildarî rêkxistina peywendîyên di navbera welatan da ye.