Adar 26, 2023 14:48 Asia/Tehran
  • Kombûna neraziyên li hemberî guhertina qanûna hilbijartinê li Iraqê

Hejmareke neraziyên li hemberî guhertina qanûna hilbijartinê ya Iraqê li Bexdaya paytexta vî welatî ketin grevê.

Parlimana Iraqê civîna pesendkirina qanûna nû ya hilbijartinê paşda xist. Nerazî jî li nêzikî deriyekî têketina nav Taxa Kesk a Bexdayê bi nîşana nerazîtiya li hemberî guhertina qanûna hilbijartinê ketine grevê.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê tevdîrên ewlehiyê yên giran li derdora parlimana vî welatî bi cih anîne.

Parlimana Iraqê civîna dengwergirtinê ji bo qanûna nû ya hilbijartinê ji Duşemiya derbasbûyî va avêtibû Şemiya vê hefteyê.

Xwenîşanderan gef xwarine ku eger parliman li dû pejirandina vê qanûnê be, bi berfirehbûna nerazîtiyan, dê greva dayîmî li têketina Taxa Kesk a Bexdayê dest pê bikin.

 

 

Serepeyv